Li Reqayê pêşangeha Mîrasa Çandî hat vekirin

Desteya Çandê û Şûnwaran a kantona Reqayê bi hevkariya Rêxistina "Rafekatuna" pêşangeha mîrasa çandî vekir. Ev pêşangeh mîraseya bajêr ku bi pirrengiya xwe ya madî û nemadî dewlemend e nîşan dide.

25 îlon, 2025   15:00
REQA

Desteya Çandê û Şûnwaran bi hevkariya "Rêxistina Rafekatuna ˋHevaltiya meˊ" Pêşangeha Mîrasa Çandî bi amadebûna xelkê herêmê bi şahiyekê vekir. Wê pêşangeh 4 rojan bidome.

Pêşangeh li mala Şandeya Almanyayê ya li girê El Beya ya şûnwarî ku Desteya Çandê û Şûnwaran îsal sererast kiriye hat vekirin.

Di pêşangehê de zêdetirî 90 parçeyên folklorîk ên ji hêla 20 jinên beşdar bûne hatin pêşkêşkirin. Ew jî 3 mehan di bin çavdêriya desteyê û Rêxistina Rafekatuna de perwerde dîtin. Ew jin hunerên destan, kûz qermîtî, xwarinan çêdikin.

Di pêşangehê de hejmarek rewşenbîrên Reqayê û yên eleqeyê didin mîrasa madî û nemadî, xelkê herêmê, hezvanên komkukirina keleporan amade bûn. Dûre mêvan li nava pêşangehê geriyan.

Dê pêşangeh 2 rojan li Mala Şandeya Almanyayî û 2 rojan li navenda Rêxistina Rafekatuna li hember mûzexaneya Reqayê bê pêşkêşkirin. Di navberê de stranên folklorîk ên reseniya herêmê û pirrengiya çandê nîşan didin de werin pêşkêşkirin.

(fr)

ANHA