Karkerên Rimêlanê li dijî veguhestina wan bo şirketa HKN`ê xwepêşandan kir

Di xwepêşandanekê de, karkerên Şirketa Petrolê ya Rimêlanê li dijî biryara veguhestina wan bo şirketa Amerîkî HKN`ê bi peymanên demkî erazîbûn nîşan dan. karkeran daxwaza garantîkirina mafên xwe yên kar û darayî, naskirina salên xizmeta wan ên berê û dayîna mûçeyên xwe yên mayî kirin.

Karkerên Rimêlanê li dijî veguhestina wan bo şirketa HKN`ê xwepêşandan kir
Karkerên Rimêlanê li dijî veguhestina wan bo şirketa HKN`ê xwepêşandan kir
Karkerên Rimêlanê li dijî veguhestina wan bo şirketa HKN`ê xwepêşandan kir
Karkerên Rimêlanê li dijî veguhestina wan bo şirketa HKN`ê xwepêşandan kir
15 mijdar, 2026   12:25
QAMIŞLO

Îro, karkerên Şirketa Petrolê yaRimêlanê li ber avahiya rêveberiya şirketê xwepêşandanek li dar xistin. karkeran biryara veguhestina wan bo şirketa Amerîkî HKN`ê bi peymanên demkî protesto kirin.

Di dema xwepêşandanê de, karkeran daxuyaniyek xwendin. Di daxuyaniyê de karkeran veguhestina wan bo şirketa HKN`ê bi peymanên demkî bêyî garantiyên qanûnî yên parastina mafên xwe û salên xizmeta wan ên berê protesoto kirin.

karkeran destnîşan kir ku salên xizmeta wan di sektora petrolê de ji 15 heta 37 salan e û divê ezmûna pîşeyî ya ku wan di van salan de bi dest xistiye were parastin.

Karkeran ragihand ku ew ê çalakiyên protestoyî yên aştiyane berdewam bikin û hişyarî dan ku ger daxwazên wan di çarçoveya dema diyarkirî de neyên bicîhanîn, ew ê gavên berfirehtir ên protestokirinê bavêjin.

(k)

ANHA