Çalakvanên li Humisê daxwaza parastina şêniyan kirin

Çalakvanên civaka sivîl li bajarê Humsê nîgeraniya xwe li ser rewşa ne ewlehiyê li bajar û redkirina berdewamiya sûcan anîn ziman. Çalakvanan daxwaza ewlehî û parastina şêniyan kirin.

Çalakvanên li Humisê daxwaza parastina şêniyan kirin
7 cotmeh, 2025   17:14
HUMIS

 Li bajarê Humisê hijmarek ji çalakvên civaka sivîl bi rêxistin kirin, daxwaza parastina şêniyan, darzandina kujeran û rawestandina tevlîheviya heyî kirin.

Ev çalakî piştî gelek bûyeran pêk hat, herî dawî mamosteyeke jin vê sibehê û  2 ciwan duh hatin kuştin bi vê yekê hijmara kuştiyan di nava 24 seatan de dibe 3 kes, her 3 jî li ser destê komên çekdaran hatin kuştin.

 Çalakgeran pankartên bi nivîsên ‘’di van rojên hestiyar de giriyê xemgîniyê û aciziyê li Humisê tevlîhev bûn’’, ‘’Dayikek û mamosteyek jin ji ber meziheba xwe hatin kuştin’’ û ‘’Çekên belavbûyî di nava civakê de xetere li ser hemû malê’’ hatin hildan.

Çalakvanan ragihandin ku ew daxwaza kontirolkirina çekan di nava civakê de û pêkanîna zagonan li ser her kesî dikin.

(ac)

ANHA