Li Reqayê Konferansa Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan

Bi diruşma ˊJi qeyrana bajarvaniyê ber bi şaristaniya demokratîk veˊ Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Reqa, Tebqa û Minbicê konferansek ji bo xwînerên parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li dar xist.

Li Reqayê Konferansa Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Reqayê Konferansa Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Reqayê Konferansa Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Reqayê Konferansa Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Reqayê Konferansa Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Reqayê Konferansa Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Reqayê Konferansa Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Reqayê Konferansa Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Reqayê Konferansa Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Reqayê Konferansa Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Reqayê Konferansa Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Reqayê Konferansa Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Reqayê Konferansa Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Reqayê Konferansa Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Reqayê Konferansa Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Reqayê Konferansa Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Reqayê Konferansa Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
26 tebax, 2024   19:43
REQA

Di konferansê de zêdetirî 180 kesayetên ji saziyên sivîl ên ku parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan xwendin, nûnerên Meclisa Rêveber a Kantona Reqa, Yekitiya Rewşenbîran, şêx û rûspiyên eşîran, hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk beşdar bûn.

Konferans li hola Mişwar a Reqayê hat lidarxistin. Dûre şêwirmenda Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Zelal Ceger bixêrhatina beşdaran kir û got: "Em îro li vir kom bûne û bi hêvî ne konferansên wiha yên bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li dar bikevin. Ev însiyatîfa ku gelê me pê rabûye di vê pêvajoyê de xwedî wateyeke mezin e."

Zelal wiha domand: "Em gelên herêmê xwedî li vê fikrê derketin. Ji me tê xwestin ku di nîqaşên xwe de kûr bibin û bikin pratîkî da ku em bigihînin armanca xwe ya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî."

Dûre mijara yekemîn a konferansê ya li ser dozên civakî yên ji parêznameya 4ˊan a ˊSosyolojiya Azadiyêˊ û mijara duyemîn a ˊRêbazên çareseriyê bi nêrîna Rêber Abdullah Ocalanˊ hatin nîqaşkirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê Hind El Elî mijara yekemîn bi rê ve bir û got: "Em di şerekî qirêj de dijîn ku bibe altarnatîfa jiyana rast û nifşên nû ji nirxên civakî werin bidûrxistin. Bi wê re nasnameya civakî were guhartin. Ji ber wê xelasî di felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan."

Hind wiha domand: "Bi rêya xwendina me ji sosyolojiya azadiyê, neteweya demokratîk û çareseriya şaristandiya demokratîk re em dibînin ku bêyî xwespartina li kûrahiya dîrokê û girêdana borî û niha re em nikarin civakên xwe bigihînin. Ji lew re divê em vegerin bingeha van doz, kok û dîrokên civakan. Em ê bi wê re karibin çareyên guncaw ji van dozan re deynin."

Dûre nîqaş li ser mijara yekemîn çêbûn. Di nîqaşan de hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Tebqa Leyla Mihemed axivî û got: "Dema tevahî gelên cîhanê rastiya revandina Rêbertî zanîn, pirsa sedema revandinê kirin. Ji lew re pêdivî bû ku em rastiya van rejîmên ku Rêbertî ew aşkera kirine, nas bikin."

Endamê Nivîsgeha Avdanê ya Desteya Çandiniyê ya kantona Reqayê Hemod El Şirêde got: "Em êşa krîza fikrî û şerê taybet dikişînin. Gava ku em ji bo guhartina fikrî dest pê bikin divê belavkirina fikra Rêber Abdullah Ocalan be."

Endamê Meclisa Gelan a kantona Minbicê şêx Hisên El Maşî got: "Me ciwanan parêznameya 4ˊan xwend û dît ku pirsgirêk di etnîste û eşîrî heye. Em û hûn dizanin ku şêweya bingehîn a civakê netewe ye. Bi wê re komplo pir mezin e. Tiştê li Dêrazorê bûye nîşaneya herî mezin a derbekirina hevgirtina civakî ye."

Şêxê eşîra El Sexanî şêx Fewaz El Bêk axivî û got: "Dema em li ser krîzan diaxivin, divê em ji xwe de dest pê bikin û xelekê teng bikin. Hemû dizanin ku krîz ji derve ve ne û gelek kesên muxalif li ser vê xakê û xelkê wê fikirîn. Lê krîzeke perwerdehiyê hene. Perwerde jî armanca hebûnê ye. Ger zanist serwer bû, dewlet bi pêş dikevin. Ev rastiyek e divê em bi aşkerayî lêkolîn bikin."

Hevserokê Akademiya Firatê Ehmed Hesen bersiva pirsên beşdaran da û got: "Ji ber dozên civakî yên di civaka me de me ev pirtûk xwend. Em îro di dawiya pergala globalî û destpêka pergaleke nû ya globalî de dijîn. Ji lew re Rêber Abdullah Ocalan çare ji her dozekê re dît."

Mijara duyemîn a li ser çareseriya şaristandiya demokratîk li Rojhilata Navîn ji hêla endama komîteya amadekar a konferansê Hind Dagistanî ve hat birêvebirin. Hind got: "Nîqaş li ser xwezaya civakî bi awayekî kûr hatin kirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî divê em di zanînê de xwe kûr bikin."

Dûre nîqaş li ser mijara duyemîn çêbûn. Di nîqaşan de hevserokê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Cîhad El Hesen got rêxistinên terorîst yek ji amûrên parçekirina binesaziya civakî li Rojhilata Navîn bû û wiha domand: "Em dizanin tevahî olên yekxwedayî ji bo bersivdana li dijî desthilat û koletiya di civakê de hatin. Erkên olan civak û exlaq werin bipêşxistin."

Endamê Nivîsgeha Avdanê ya Desteya Çandiniyê ya kantona Reqayê Hemod El Şirêde got: "Ger em bixwazin pirsgirêkan çareser bikin, divê baweriyên di civakê de heyî werin guhartin mîna baweriya qezenca zêde û hwd. Ger me ev bawerî guhartin em ê ji krîzên civakî rizgar bin."

Mamosteyê Zanîngeha El Şerq Yasir El Mutleq jî got: "Em gelên ku bi demokrasiyê bawer nakin û di jiyana xwe de pêk naynin. Ji ber ku rewşên siyasî û aborî tevlihev bûne. Em pêşketina demokrasiyê li dewletên rojhilatê Asyayê dibînin, lê li welatê Ereban bi paş dikeve. Divê em sedeman diyar bikin ku bi demokrasiyê ve girêdayî bin. Gavên destpêkê jî dûrketina ji desthilata ferdî û parastina îstîqrarê ye."

Çalakgerê hiqûqî Mazin Betran diyar kir ku ders di fikran de ye, Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî girtî ye, lê fikrên wî li Rojhilata Navîn belav in. Betran wiha domand: "Dema em têgeha krîzê pêşkêş dikin, em dibînin ku sedema bingehîn dewlet e. Anku dewlet desthilatiyê li ser gel dike. Ji lew re çareserî di fikrên Rêber Abdullah Ocalan û parêznameyên wî yên ji bo çareserkirina dozên li Rojhilata Navîn de ne."

Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kantona Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir axivî û got: "Em diruşma rizgariya jinê bilind dikin, lê em ji bîr nekin ku şirîkeke heye, ew jî mêr e. Îro jin bêyî rizgarkirina mêr, nikare rizgar bibe û hevjiyana azad pêk bîne. Rêbertî got divê em bi azadiyê dest pê bikin ku her du zayendan hişyar bikin. Bi wê re em dikarin civakeke demokrat û azad ava bikin."

Di dawiyê de encamnameyek hat dayîn û ji hêla serokê Nivîsgeha Perwerdê ya Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Beşîr El Nayêf ve hat xwendin û wiha ye:

Li ser bingeha erka me ya exlaqî divê tecrîda li ser Rêbertî bi zêdekirina têkoşînê bi dawî bikin, rewşa wî ya tenduristî were aşkerakirin. Her wiha em teqez bikin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo dozên girêk ên li Rojhilata Navîn û cîhanê klîta çareseriyê ye.

Azadiya jinê ji bo pêkanîna metoda fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî rast bingeh were girtin.

Teqezî li ser pêwîstiya birêxistinkirina civakê bi eşîr, etnîk û neteweyên xwe li gorî îdeolojiya jiyana azad a xwezayî ya ku di dîrokê de li ser wê derketiye holê û ji nû ve li dijî şarastiya dewletparêz were vejandin.

Li gorî girîngiya jîngehê û doza wê ku êdî dozeke navendî ye, divê guhartinên giştî ji bo geşkirina hevsengiya bi xwezayê re werin kirin. Ev jî tê wateya ku civakeke komînal, demokrat, ekolojî were avakirin û hewldana ber bi avakirina civakeke azad û jîngehê li gorî mentiqê hebûn û exlaqî were kirin.

Ji bo civaka aborî, ekolojî, polîtîka-exlaqî û modernîteya demokratîk jeokultura herêmê weke rê li ber avakirina têgeha neteweyê ya li ser bingeha pirrengiya çandî, ziman, etnîkî, olî û siyasî ku zemîna dabînkirina ewlehiyê ye, esas were girtin.

Em hişyariyê di nav beşên cuda yên civakê û gelan de belav dikin ku di hemû aliyên civakî de rola xwe ya dîrokî, di pêşengiya jinê de bilîzin, ji bo ku nekevin pey kapîtalîzmê.

(fr)

ANHA