Li Reqayê komek terorîst hat bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Reqayê endamên şaneyek terorîst ku hewl didan ewlehî û aramiyê têk bibin û fitneyê derxin girtin.

Li Reqayê komek terorîst hat bêbandorkirin
4 ÇILE, 2026   20:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku komek kes ku armanca wan derxistina tevliheviya ewlehî û fitneyê û têkbirina aramiyê bû li bajarê Reqayê girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotina ku: "Hêzên me yên Dezgeha Ewlekariya Giştî roja yekşemê (4 Çile) komek kes li bajarê Reqayê girt. Lê piştre hat diyarkirin ku ew endamên şaneyekê ne ku armanca wan derxistina tevliheviyê û têkbirina aramiyê ye.

Li gorî lêpirîsnên destpêkê, endamên komê gelek kiryarên texrîbê weke rakirina alên "Cebhet El Nusra" li bajêr, avêtina guleyan bi hewayê de, nivîsandina gotinên provokasyonê li ser dîwarên li dijî hêz û saziyên me yên xizmetguzariyê, kirine, da ku tevliheviyê çêkin û tirsê bixin nava welatiyan.

Wan kesan dîmenên van kirinên xwe dikişandin, piştî guhertinê, ew dîmen parve dikirin. Bi dîmenan re sirûdên cîhadîst ên ji rêxistina DAIŞˊê parve dikirin. Bi wê yekê hewl didan tehrîdê bikin û tirsê bixin nava şêniyan.

Di lêpirsînan de hat zelakkirin ku li beramber van kiryaran pere dibirin. Li ser her kiryareke bidîmen û belge çi bi rêya gotineke nivîsandî ya tehrîdê be yan jî dîmeneke avêtina guleyan an jî rakirina ala "Cebhet El Nusra" be vê komê pere werdigirtin.

Wê îtîrafên girtiyan bi dîmen ji raya giştî re were parvekirin, da ku planên hewl didin û armanca wan werin aşkerakirin."

(fr)