Li Reqayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî çalakiyek hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiyeke konvedanê li dar xist. Di çalakiyê de Kombûna Jinan a Zenûbiya soza domandina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan nû kir.

14 sibat, 2024   16:59
REQA

Çalakiya konvedanê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat lidarxistin. Di çalakiyê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, meclisên gel ên xetên rojava û başûr, Meclisa Rêveber a kantonê, saziyên sivîl, rûspiyên eşîran, Meclisa Jinên Sûriyeyî û Meclisa Îdliba Kesk beşdar bûn.

Di serî de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Ehmed El Hemod komploya navneteweyî şermezar kir û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Hevseroka Meclisa Giştî ya xeta rojava Lînda El Hisên jî destnîşan kir ku roja girtina Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû kesên azad ên cîhanê rojeke reş û roja ragihandina şerê li dijî gelên azadîxwaz e.

Dayika şehîd Udey El Mihemed, Ebîr El Radî helbesteke xwend û diyarî Rêber Abdullah Ocalan.

Her wiha Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî û hedefgirtina pêşengên Federasyona Gaziyan a Qamişlo şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyêya kombûnê Emel Îsmaîl ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hedefgirtina pêşengan di vê dema girîng de û bi nêzîkbûna roja reş a girtina Rêber Abdullah Ocalan re, zikreşî û kîna Erdogan û çeteyên wî li hember hemû jinên têkoşer nîşan dide.

Di dawiya daxuyaniyê de soza domandina têkoşînê û şopandina rêya pêşengên şehîd hat nûkirin.

(mh)