Şêniyên Sirînê bi meşekê komplo şermezar kir

Şêniyên navçeya Sirînê ya Kobanê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kir.

Şêniyên Sirînê bi meşekê komplo şermezar kir
Şêniyên Sirînê bi meşekê komplo şermezar kir
Şêniyên Sirînê bi meşekê komplo şermezar kir
Şêniyên Sirînê bi meşekê komplo şermezar kir
Şêniyên Sirînê bi meşekê komplo şermezar kir
14 sibat, 2024   17:07
KOBANÊ

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, şêniyên navçeya Sirînê daketin qadan û komplo şermezzar kir.

Meş ji aliyê komîteya çalakiyan ve hat lidaxistin. Ji pira navçeya Sirînê ve meşê dest pê kir û ta pêşiya şaredariya gel veguherî mîtîngê. Di meşê de bê navber dirûşma" Bê serok jiyan nabe" û" Bi can bi xwîn em te re ne ey serok" hatin berzkirin.

Li wir endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Qasim Ebdulqadir axivî û got: "Em komploya navnetewî ya ku li dijî Rêber Apo şermezar dikin. Ew dewletên ku nav li xwe dikin ku mafên mirovan diparêzin, şermezar dikin. Ew dewletên navneteweyî dixwazin bi rêya vê komployê li dijî Rêber Apo, projeya neteweya demokratîk têk bibin."

Qasim wiha di dawiyê de got: "Dîlgirtina Rêber Apo dîlgirtina azadiya gelan û mirovahiyê ye. Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê kurd e, Rêber hemû gelên bindest û azadîxwaz e. Em bang li dewletên navneteweyî dikin ku em azadiyê Rêber Apo dixwazin."

Meş di dirûşmeya" Bê serok jiyan nabe" di dawî bû.

(sş)

ANHA