Li Reqayê êrişeke din a bi balafireke xwekuj

Çeteyan bi balafireke xwekuj careke din êrişî bajarê Reqayê kir.

Li Reqayê êrişeke din a bi balafireke xwekuj
11 kanûn, 2024   15:28
REQA

Nûçegihanên me ragihand ku balafireke xwekuj a dewleta Tirk a dagirker nêzî pira nû ya Reqayê bombebaran kir. Agahî hene ku balafireke xwekuj jî li ser herêmê digere.

Der barê encamên bombebaranê de agahî nehatin bidestxistin.

Beriya nêzî saetekê jî balafireke xwekuj a çeteyan, êrişî devereke nêzî bajarê Reqayê kiribû.

 (bb)

ANHA