Li Reqayê 8 belavkerên hişbirê hatin girtin

Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê li bajarê Reqayê li dijî bazirgan û belavkerên hişbirê operasyonek li dar xist, di encamê de 8 belavker hatin girtin, hişbir, çek, cebilxane û pereyên sexte hatin desteserkirin.

Li Reqayê 8 belavkerên hişbirê hatin girtin
Li Reqayê 8 belavkerên hişbirê hatin girtin
Li Reqayê 8 belavkerên hişbirê hatin girtin
Li Reqayê 8 belavkerên hişbirê hatin girtin
Li Reqayê 8 belavkerên hişbirê hatin girtin
Li Reqayê 8 belavkerên hişbirê hatin girtin
21 cotmeh, 2025   16:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê li kantona Reqayê operasyonek li dar xistî di encamê de 8 belavkerên hişbirê hatin girtin, mîqdareke madeyên hişbirê yên curbicur, çek, cebilxane û pereyên sexte hatin dîtin û destserkuirin. Ev operasyon piştî şopandina gumandaran a çend rojan, pêk hat.

Li gorî navendê, Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê li gelek cihên li hundirê Reqa û gundewarê wê operasyon li dar xist û di operasyonê de ev tişt hatin dîtin û desteserkirin:

11.56 gram madeya krîstal meth.

157 hebên kaptagonê.

10 hebên hişbirê ji karên tibî

1.74 gram heşîş

100 dolar sexte û alavên bikaranîna hişbirê.

Klaşînkovek tevî cercor û 13 guleyên wê

Navendê destnîşan kir ku operasyona Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê piştî agahiyên li ser çalakiya komekê hat ku hişbirê difiroşin û çek pê re, pêk hat. Bi wê re hêzan bi ser gelek malan û cihên depokirinê û belavkirinê de girtin.

Li gorî navendê, kesên hatine girtin ji Dozgeriya Giştî re hatin şandin.

(fr)