Li Reqa, Tebqa û Şehbayê rêzeçalakiyên 4ˊê Nîsanê

Li kantonên Reqa, Tebqa, Efrîn û Şehbayê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rêzeçalakî hatin lidarxistin. Di rêzeçalakiyan de şêniyan teqezî bi bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

3 nîsan, 2024   17:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" didomin. Li gundê Tişrîn ê bakurê Reqayê hemleya çandina 100 darên zeytûnê pêk hat. Di hemleyê de endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Desteya Çandinî û Avdanê ya kantona Reqayê, Şaredariya Tişrîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Gel a xeta bakur beşdar bûn.

Her wiha bi heman boneyê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Reqayê semînerek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan, komîn û komînalîzmê da.

Di semînerê de hevseroka Rêveberiya Komîteyên Lihevanînê ya kantonên Reqa û Tebqayê Ebîr Xelîl li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî ya li dijî wî axivî.

Nivîskar û endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantonê Ebdulqadir Hemê li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan û komînalîzmê axivî.

Di dawiya semînerê de hat destnîşankirin ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna gelên bindest e û soza bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn.

TEBQA

Di heman çarçoveyê de, Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê li Navenda Çand û Hunerê semînerek da. Di semînerê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û deste û komîteyên wê û Yekitiya Jinên Ciwan a kantonên Tebqa, Minbic, Reqa û Dêrazorê beşdar bûn.

Di serî de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ayat Mihemed bixêrhatina beşdaran kir.

Rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Jînda Yûsif li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan ji zaroktiya wî ve, li ser zehmetiyên ku li pêşiya wî derketine û serkeftinên ku bi dest xistine axivî.

Di dawiya semînerê de hat diyarkirin ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jinan, rojekî mezin e.

ŞEHBA

Li kantona Efrîn û Şehbayê jî Peymangeha Şehîd Viyan Amara û Dibistana Şehîd Egîd pêşbirkek ji bo xwendekarên peymangehê û yên dibistanê li dar xist. Di pêşbirkê de endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê û xwendekar beşdar bûn. Çalakî li navenda desteyê ya li navçeya Ehdas li dar ket.

Di pêşbirkê de pirsên zanistî, çandî û niştîmanî hatin kirin. Di dawiyê de xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin û govend hatin gerandin.

(mh)

ANHA