Li Qamişloyê tundrawî û bandora Îslamê li ser gelan hat nîqaşkirin  

Kongreya Îslama Demokratîk bi hevkariya Komeleya Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma "Na ji tundrawiyê re, erê ji pirrengiyê re" panelek li dar xist. Di panelê de tundrawî, bandora wê li ser civakê, desthilatdariyê, belavbûna fikrên tundraw, rêbazên jiholêrakirina tundrawiyê, rola olê ya li ser civakan, bikaranîna olê ji aliyê desthilatê ve, bandora Îslamê li ser çanda gelan, taybet gelê Kurd hatin nîqaşkirin.

18 cotmeh, 2025   13:59
QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk bi hevkariya Komeleya Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma "Na ji tundrawiyê re, erê ji pirrengiyê re" panelek li dar xist. Panel li Hola Burc a li naverasta bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Rêveberiya Xweser, Kongra Star, saziyên jin û saziyên sivîl ên serbixwe, hejmarek aktîvîst û rewşenbîr beşdarî panelê bûn.

Panel bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê cîgirê hevserokên Kongra Îslama Demokratîk Mazin Harûnî û Rêveberiya Navenda Lêkolîna Îslamî ya Kongra Îslama Demokratîk Şîrîn Ehmed ve hat vekirin û ji deqeyekî rêz ji giyanê şehîdan re hat girtin.

Panel ji aliyê Şîrîn Ehmed ve hat rêvebirin. Gerînendeyê cîbicîkar ê Komeleya Rojavayê Kurdistanê Sîpan Îsmaîl û endama Navenda Lêkolînê ya Kongreya Îslama Demokratîk Meryem Xan li ser tundrawiyê û bandora wê li ser civakê, desthilatdariyê, belavbûna fikrên tundraw, rêbazên ji holê rakirina tundrewiyê, yekparêziyê semîner pêşkêş kirin.

Pitşî semîner hatin pêşkêşkirin, mêhvanan fikrê xwe li ser mijarê vegotin û nîqaş hatin kirin. Rolê ol ê erênî û neyînî li ser civakan, bikaranîna ol ji aliyê desthilatê ve, tundiya li ser jinê, tundrewiya ku çavkaniya xwe ji bîrdoziyê digire, perwerdeya malbatê, bandora zagonên welatan li ser belavbûna tundrewiyê hatin nîqaşkirin.

Piştî nîqaşan navber hat dayîn û beşê duyemîn ê panelê dest pê kir.

Di beşa duyemîn de, rêveberê giştî yê Komeleya Rojavayê Kurdistanê Endan Berî û hevserokê Kongra Îslama Demokratîk Mihemed El Xerzanî semîner dan. Semînerên wan li ser bandora olê Îslamê li ser çanda gelan, taybet gelê Kurd bûn. Bandora Îslamîyeta Emewiyan û Ebasiyan li ser gelê Kurd, revîzekirina olê ji aliyê desthilatê ve, bikaranîna ol ji aliyê desthilatê, encamên wê û çareseriyan nîqaş hatin kirin.

(bî)

ANHA