Li Qamişloyê 15ˊê Gulanê hat pîrozkirin

Bi boneya 15ˊê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî, bi pêşengiya ciwanan û amadebûna girseya bajêr şahiyek li Parka Azadî ya Qamişloyê hat organîzekirin.

Li Qamişloyê 15ˊê Gulanê hat pîrozkirin
Li Qamişloyê 15ˊê Gulanê hat pîrozkirin
Li Qamişloyê 15ˊê Gulanê hat pîrozkirin
Li Qamişloyê 15ˊê Gulanê hat pîrozkirin
Li Qamişloyê 15ˊê Gulanê hat pîrozkirin
Li Qamişloyê 15ˊê Gulanê hat pîrozkirin
Li Qamişloyê 15ˊê Gulanê hat pîrozkirin
Li Qamişloyê 15ˊê Gulanê hat pîrozkirin
Li Qamişloyê 15ˊê Gulanê hat pîrozkirin
Li Qamişloyê 15ˊê Gulanê hat pîrozkirin
Li Qamişloyê 15ˊê Gulanê hat pîrozkirin
Li Qamişloyê 15ˊê Gulanê hat pîrozkirin
Li Qamişloyê 15ˊê Gulanê hat pîrozkirin
Li Qamişloyê 15ˊê Gulanê hat pîrozkirin
Li Qamişloyê 15ˊê Gulanê hat pîrozkirin
16 gulan, 2026   00:16
QAMIŞLO

Înîsiyatîfa Ciwanên Rojava, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, bi diruşma "Dest nede zimanê me" şahiyek li Qamişloyê li dar xist. Di şahiyê de girseya bajêr amade bûn û diruşmên girêdayî ziman dihatin berzkirin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre li ser navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksan Mihemed axivî û got: "Em vê cejnê li gelê Kurd pîroz dikin. Têkoşîn û fedakariyên gelê Kurd pêşkêş kirine her tim di oxira ziman û nasnameyê de bûn."

Rûksan diyar kir ku wê têkoşîna ji bo ziman heta naskirina wî bi awayekî fermî di destûra Sûriyeyê de bidome û divê gel jî piştgiriyê bide van hewldanan û xeyalên şehîdan pêk bînin.

Endamê Înîsiyatîfa Ciwanan Rojava Elî Qamişlo jî axivî û got: "Divê em li dijî êrişên ku îro li ser şoreşa me, bi taybet li dijî ziman û nasnameya me pêk tên, bisekinin. Em wek ciwan her tim ji bo parastinê hebûn û ev jî berpirsiyariya me. Em ê têkoşîna xwe ya li gorî diruşma me dest pê kiriye ˋDest nede zimanê me. Ew çanda me û çanda gelê Kurd e."

Piştî axaftin bi dawî bûn, helbestvan Dilyar Osê helbest xwendin, dûre koma Alefteriya hunerên xwe pêşkêş kirin, hunermend Danîş Botan, Fewaz Çetelî û Bilind Osman stran gotin.

Şahî bi stran û govendan bi dawî bû.

(fr)

ANHA