Li Qamişlo Turnuvaya Pinpongê 

Meclisa Werzîşê û tîma Berxwdan turnuvayek ji bo bîranîna lîstikvanê Pingpongê Mihemed Ziyad li dar xist. Tê de lîstikvanên kantona Cizîrê bi balkêşî beşdar bûn.

Li Qamişlo Turnuvaya Pinpongê 
Li Qamişlo Turnuvaya Pinpongê 
Li Qamişlo Turnuvaya Pinpongê 
Li Qamişlo Turnuvaya Pinpongê 
Li Qamişlo Turnuvaya Pinpongê 
Li Qamişlo Turnuvaya Pinpongê 
Li Qamişlo Turnuvaya Pinpongê 
Li Qamişlo Turnuvaya Pinpongê 
Li Qamişlo Turnuvaya Pinpongê 
Li Qamişlo Turnuvaya Pinpongê 
Li Qamişlo Turnuvaya Pinpongê 
Li Qamişlo Turnuvaya Pinpongê 
Li Qamişlo Turnuvaya Pinpongê 
Li Qamişlo Turnuvaya Pinpongê 
Li Qamişlo Turnuvaya Pinpongê 
Li Qamişlo Turnuvaya Pinpongê 
Li Qamişlo Turnuvaya Pinpongê 
3 gulan, 2024   20:12
QAMIŞLO

Di salvegera 40'emîn a wefata lîstikvanê Pingpongê yê tîma Berxwedan Mihemed Ziyad de, Meclisa Werzîşê û tîma Berxwedan a werzîşê turnuvayek li dar xist.

Di turnuvayê de 23 lîstikvanên xort û keç ên kantonê cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. Turnuva li hola Pingpongê ya yarîgeha Şehîdên 12'ê Adarê ya bajarê Qamişlo li dar ket.

Di serî de rêveberê tîma Berxwedan Efîf Hesek lîstikvanê tîmê Mihemed Ziyar bi bîr anî û xebatên di qada werzîşê û lîstika Pingpongê de yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê spas kir.

12 lîstikvan ji asta yekemîn derbasî ya duyemîn bû û di gera duyemîn de jî lîstikvan li 4 koman hatin dabeşkirin.

Ji bo semîfînala turnuvayê jî Harûn Îbrahîm, Tewfîq Îsmaîl, Omer Ehmed û Selah Ehmed derbas bûn.

Di asta dawîn de jî 3 maç bi rê ve çûn û di encamê de Omer Ehmed bû yekemîn,

Selah Ehmed bû duyemîn, Harûn Îbrahîm bû sêyemîn û Tewfîq Îsmaîl bû çaremîn.

Di dawiyê de Komîteya Amadekar turnuva nirxand û destnîşan kir ku ew li gor hemû pîvanan serkeftî bû. Wê herê dawî 4 lîstikvan û malbata lîstikvanê wefatbûyî xelat kirin.

Mihemed Ziyad, endezyar û lîstikvanê Pingpongê û rêveberê tîma Cîhad û ya Berxwedan di sala 1967'an de li Girkê Legê ji dayik bûye û di kirîzeke dil de di 16'ê Adara borî de li Qamişlo jiyana xwe ji dest da.

(mh)