Li Qamişlo banga beşdarbûna mîtînga 15`ê Sibatê

Însiyatîfa Gel a bajarê Qamişlo, ji bo beşdarbûna di mîtînga 15`ê Sibatê de, belavok belav kirin û bi basa gerok bang li gel kir.

Li Qamişlo banga beşdarbûna mîtînga 15`ê Sibatê
Li Qamişlo banga beşdarbûna mîtînga 15`ê Sibatê
Li Qamişlo banga beşdarbûna mîtînga 15`ê Sibatê
Li Qamişlo banga beşdarbûna mîtînga 15`ê Sibatê
Li Qamişlo banga beşdarbûna mîtînga 15`ê Sibatê
Li Qamişlo banga beşdarbûna mîtînga 15`ê Sibatê
13 sibat, 2025   18:25
QAMIŞLO

Bi basa gerok li kolan û taxên Qamişloyê bang li şêniyan hat kirin beşdarî mîtînga 15ˋê Sibatê bibin, li kêlek wê jî Însiyatîfa Gel li mal û taxan belavok belav kirin. Di belavokan de "Werin em hemû bi hev re, li kêleka îradeya Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, bisekinin" hatiye nivîsandin.

Li gorî însiyatîfê, wê belavok li tevahî taxên bajarê Qamişloyê werin belavkirin.

Ji bo şermezarkirina komploya navnetewî, wê roja 15` Sibatê li Stadyûma 12`ê Adarê mîtîngek mezin, saet di 12:00 an de, were lidarxistin.

(ex/fr)

ANHA