Ciwanên êzidî: Em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bilind bikin

Ciwanên êzidî yên kantonên Cizîrê, Efrîn û Şehbayê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin.

Ciwanên êzidî: Em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bilind bikin
13 sibat, 2025   18:07
QAMIŞLO

Ciwanên êzidî yên li kantonên Cizîrê, Efrîn û Şehbayê li pêş Mala Êzidî ya Tirbespiyê daxuyaniyek da. Rêvebera ciwanên êzidî Medya Naso daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat ev tişt hat gotin: "Bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd û gelên din ên herêmê hate pêkanîn, gelek caran civaka êzidî re di komployan re derbas bû. Civaka êzidî bi rêya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe dît."

Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya nirx, wateyên biratiya gelan, cewhera gelan dike. Civaka êzidî karî bi rêya vê felsefeyê rêveberiya xweser ya Şengalê ku hîna ji hêla dewleta Tirk a dagirker di komployan re derbas dibe, ava bike.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku guhertinên li Sûriyeyê bi hilweşîna rejîma Beşar re çêbûne û hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina xaka Sûriyeyê berdewama komploya navneteweyî ya li dijî gelên herêmê ye.

Ciwanên êzidî di dawiya daxuyaniyê de wiha got: "Em Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Em ê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê bidomînin."

(fr)

ANHA