Li pêşiya alîkariyên ji Siwêdayê re astengî hene

Kêmbûna alîkariyan û zehmetiyên veguhastinê ji bo peydakirina pêdiviyên Siwêdayê, bûne astengî. Di meha Cotmehê de hejmara şêniyên ku alîkarî gihaştiyê, ji sedî 68 kêm bûye. Tevî ku mehane alîkarî digihêje bi sed hezaran şêniyan, lê dîsa jî metirsiyên ewlehiyê û hebûna bermahiyên şer gihandina alîkariyan asteng dikin.

Li pêşiya alîkariyên ji Siwêdayê re astengî hene
15 mijdar, 2025   11:33
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) da zanîn ku tevî kêmbûna çavkaniyên aborî lê dîsa jî karmendên qada mirovî karê xwe li ser erdê didomînin. Hat diyarkirin ku ji pêdiviyên mirovî yên Sûriyeyê yên nêzî 3.2 milyar dolar, tenê 778 milyon dolar ji bo alîkariyan hatine veqetandin.

Tevî wê jî, NY'ê da zanîn ku alîkarî mehane digihêjin zêdetirî 350 hezar kesî. Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) nêzî 400 ton ard heftane li firneyên giştî belav dike. Berê jî rêxistina UNICEF'ê dibistan li Siwêdayê amade kirin.

OCHA'yê diyar kir ku bi rêya peydakirina erebeyan, saziyên av, kanalîzasyon û paqijiyê yên Siwêda û Derayê piştgiriyê didin. Di Cotmehê de hevkaran zêdetirî 19 hezar metredam ava vexwarinê û 78 hezar lître sotemenî ji bo pêxistina saziyên sereke yên av û kanalîzasyonê dan.

Her wiha, rêxistinên mirovî û saziyên xwecih jî ji bo peydakirina xizmetguzariyê dixebitin. Lê tevî wê jî, karmendên qada mirovî da zanîn ku ji ber kêmbûna çavkaniyên alîkariyan hejmara kesên li Siwêda, Dera û gundewarên Şamê yên ku di meha Cotmehê de alîkarî gihaştiye wan, bi rêjeya ji sedî 68 ji hejmara mehên borî kêmtir bûye.

OCHA'yê diyar kir ku hîna rewş aram nebûye, nexasim ku li başûrê Sûriyeyê zêdetirî 180 hezar koçber zehmetiyan dikişînin, bi taybetî di aliyê gihandina alîkariyan ji bo deverên gundewaran de.

OCHA'yê diyar kir ku metirsiya bermahiyên şer li ser şêniyên herêmê û malbatên koçber heye û da zanîn: "Di Cotmehê de hevkaran ragihand ku 15 kes ji ber qezayên teqîna cebilxaneyê birîndar bûne. Karmendên qada mirovî xebatên paqijkirinê û hişyarkirina şêniyan di vî warî de li gorî derfetên heyî, didomînin."

Li aliyê din, şêniyên Siwêdayê ji ber kêmbûna alîkariyan, di serî de ard û derman û domandina dorpêça hêzên hikumeta veguhêz a li ser bajêr û gundewarên wê, gazinan dikin.

(mh)