Li peravên Lîbyayê keştiya penaberan noq bû

Ofîsa Rêxistina Koçê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî ya li Lîbyayê ragihand ku keştiya penaberan noqî avê bû û 61 kes windayî ne.

Li peravên Lîbyayê keştiya penaberan noq bû
17 kanûn, 2023   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ofîsa Rêxistina Koçê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Lîbyayê, keştiya 86 penaber lê bûn noqî avê bû û 61 kes windayî ne ku tê texmînkirin mirine. Rêxistinê ragihand ku keştiya 86 penaber lê bûn ji bajarê Zewara yê bakurê rojavayê Lîbyayê derketibû.

Ofîsa Rêxistina Koçê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Lîbyayê diyar kir ku piraniya penaberan ji Nîjerya, Gambiya û welatên din ên Afrîkayê ne û di nav qurbaniyan de zarok û jin hene.

Hate zanîn ku ji penaberan 25 kes hatin rizgarkirin û ber bi Terablusê ve hatin veguhestin.

Berdevkê IOM'ê yê Deryaya Spî Flavio Di Giacomo li ser hesabê xwe yê ′X′ got, "Îsal li navenda Deryaya Spî zêdetirî 2 hezar û 250 kesan jiyana xwe ji dest da."

(bb)