Li Parîsê kongreya navneteweyî ya têkildarî rewşa Sûriyeyê dest pê kir

Li paytexta Fransayê Parîzê, ji bo nîqaşkirina pêvajoya veguhastina siyasî li Sûriyeyê, kongreya navneteweyî ya der barê Sûriyeyê de dest pê kir.

Li Parîsê kongreya navneteweyî ya têkildarî rewşa Sûriyeyê dest pê kir
13 sibat, 2025   18:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya navneteweyî ya der barê Sûriyeyê de ku li Parîsê dest pê kir, bi axaftina wezîrê Karên Derve yê Parîsê Jean Noel Barrot dest pê kir û got: "Pêwîst e karên leşkerî li tevahî xaka Sûriyeyê werin sekinandin." Barrot girîngî da pêkanîna îstîqrarê û destpêkirina pêvajoya veguhastina siyasî.

Li gorî çavkaniyên şopîner, armancên kongreyê ew in ku bêyî destwerdanên biyanî rêveçûna pêvajoya veguhastinê li Sûriyeyê were misogerin, hevkarî ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî were kirin, peyamên zelal ji desthilata Şamê re bên şandin.

Ev kongre, di çarçoveya hewldanên navneteweyî yên pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyeyê, piştgiriya xebata jinûve avakirin û îstîqrarê li Sûriyeyê de tê lidarxistin.

(fr)

ANHA