Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng

Di foruma şêwirmendiyê ya ku li bajarê Hesekê hatiye lidarxistin de bang hat kirin ku di hikumeta nû de wezareta kar û barên jinan were avakirin û tundiya li ser jinan were rakirin.

Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
Di foruma şêwirmendiyê ya jinan daxwazên girîng
13 sibat, 2025   21:30
HESEKÊ

Desteya Mafan û Edlê bi koordîneya Meclisa Jinan a Edaleta Civakî foruma mafnasî ya şêwirmendî der barê daxwazên jinan di makezagona Sûriyeya nû de li dar xist.

Zêdetirî 100 delegeyên ji Koordînasyona Jinan a Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Mafan û Edlê, Meclisa Jinan a Edaleta Civakî, Meclisa Jinan a Ermen û Suryan, Kombûna Jinan a Zenûbya, Kongra Star, hiqûqnas, endamên Saziyên Civaka Sivîl, tev li forumê bûn. Forum li hola Mişwar a taxa Til Hecerê ya bajarê Hesekê hate organîzekirin.

Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Berekat axivî û got: "Digel pêşdeçûnên li qada Sûriyeyê û tevgera hiqûqî û qanûnî ya ji bo amadekariyên destûra Sûriyeya nû, ev forum hat lidarxistin ku daxwazên destûrî û nêrîna taybet bi daxwazên jinan werin nîqaşkirin."

Endama Kongra Star Şîraz Hemo têkildarî forumê ji ajansa me re axivî û got: "Ji bo ku em daxwazên jinan ên ji bo destûra nû, nîqaş bikin, em li hev kom bûn. Piştî ewqas têkoşîn û berxwedan, lidarxistina vê forumê gelekî girîng e."

Li gorî ku Şîraz şîrove kiriye, destûra nû ya Sûriyeyê divê hebûna jinan di tevahî qadên jiyanî, çandî, siyasî û leşkerî de misoger bike û ji zihniyeta paşguhkirina jinan û dûrxistina wan, dûr keve.

Şîraz got: "Piştî şoreşa jinan li herêmê û pêkanîna destkeftiyên mezin, tevahî jî teqeziyê bi rola xwe ya bingehîn di destûra Sûriyeyê nû de dikin."

Jinan di nîqaşên xwe de behsa rola jinên Kurd û Ereb di Şoreşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û beşdariya wan di tevahî qadên civakî, çandî û leşkerî de, kir. Her wiha hat gotin ku divê rola YPJ`ê di tunekirina DAIŞ`ê de neyê jibîrkirin û behsa metirsiyên pêkhateyên herêmê ku ji destûra nû ya Sûriyeyê bên dûrxistin, hat kirin.

Li kêlek wê jî hat gotin ku divê jin di dadgehê de  û aliyên din de ji sedî 50 be û ji sedî 20 ji budceya dewletê were veqetandin ku jin di aliyên aborî de xwe xurt bikin da ku xwe bi pêş bixin û xwe perwerde bikin.

Forum bi daxwaz û pêşniyarên beşdaran bi dawî bû:

Divê destûra nû bi destê sûriyeyiyan bê nivîsîn. Divê rêjeya beşdarbûna jinan û mêran di komîteya destûrî de wekhev be.

Divê pergala desthilatê li Sûriyeyê komarî (federal), parlamenterî, pirralî, nenavendî û demokraîtk be.

Sûriye bi pirrengiya nijadî, olî, bawerî, mezhebî û çandî tê naskirin. Ew sembola jiyana hevbeş e, lewma divê navê wê di xwe de van taybetmendiyan vehewîne.

Divê ol ji dewletê bê cudakirin.

Divê girîngiyê bidin pergala jîngehî û civakî.

Divê piştgiriya aboriya jinan bê kirin.

Divê destûr, mafên siyasî, aborî, civakî û çandî yên gelê Kurd, suryan, asûr û mafê wî yê parastina rewa, di destûrê de misoger bibin. Taybetmendiyên wan ên dîrokî, binesaziya demografî ya resen a herêmên kurdî û pêkhateyên din li Sûriyeyê, bên parastin.

Divê zimanê kurdî, erebî û suryanî bibin zimanê fermî yê dewleta Sûriyeyê.

Mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî fêr bibe. Divê zimanê fermî yê her herêmeke li gorî nifusa wê be.

Divê metaryalên dibistanan li gorî jiyana hevbeş a gelan û wekheviyê be, tundî û nefretê red bike, divê qalibê i ser jinan bê guhertin, divê metaryal ne li gorî bîrdoziya olî û siyasî bin, ji bo pêşxistina welêt, divê metaryal li gorî pisporiya zanistî be.

Hemwelatîbûn, mafê tevahî sûriyeyiyan e. Divê cudakarî bê rakirin. Ji mafên jinan e ku nasnameya sûriyeyî bide zarok û hevjînê xwe.

Berhemên binerd û sererd ên civakê ne. Divê li gorî pêdiviyan û bi awayekî adil bên bikaranîn. Aboriyeke wisa bê avakirin ku xwetêrkirinê û geşpêdaneke domdar û hevseng peyda dike.

Di navbera jin û mêran de di tevahî qadan de wekheviyeke rastîn bê avakirin.

Divê di navbera ol û baweriyan de, wekhevî bê rûniştandin û xîtabê nefretê bê redkirin û sûcdarkirin.

Divê dadwerî serbixwe be, ji desthilatên rêveberî û yasadanînê bê cudakirin.

Ji bilî di qanûnê de hatiye diyarkirin ti sûc yan jî ceza nîn e. Kuştina jinan, sûcekî giştî ye, nabe bi ti hincetî bê helalkirin yan jî ceza bê sivikirin.

Ciwan, hêza çalak û pêşengên civakî ne. Ji mafên wan e ku xwe birêxistin bikin û tev li qadên jiyanê bibin.

Divê pabendî peyman û lihevkirinên têkildarî jinan bin.

Di bidestxistina edaleta demkî de, divê rola jinan wekhev be.

Misogerkirina nûnertiya jinan a ji sedî 50 di sazkirina destûra nû ya Sûriyeyê de.

Mafê jiyanê pîroz e û cezayê darvekirinê betal bibe.

Azadiya bawerî, raman û ol ji her kesî re ye.

Azadiya nêrîn û derbirînê.

Kota jinan di tevahî qadên siyasî, rêveberî, dadwerî, dîplomtaîk, aborî, civakî, çandî de ji sedî 50 ye û jin dikare bibe serokkomar.

Divê pergala hevserokatiyê li tevahî rêveberî û heta serokkomariyê, bê rûniştandin.

Divê dema serokkomariyê tenê 4 sal bin û yê/ya bûye serokkomar dikare careke din bê hilbijartin.

Jin dikare partiyan, komeleyan û rêxistinên jinan ava bikin. Dikare rêxistin anku yekîneyên leşkerî yên taybet ên jinan û bi pêşengiya jinan di nava artêşa Sûriyeyê ya siberojê de ava bikin. Ji bo parastina jinan jî, dikare hêzên ewlekariya hundirîn û saziyên din ên têkildar ava bikin.

Meclisa jinan, şêwayeke din a konfedraliya jinan li ser asta Sûriyeyê ye. Nûnertiya tevahî jinan, rêxistinan, tevgerên jinan li Sûriyeyê dike.

Serokkomar ger jin ger mêr be, divê ne fermandarê artêşê be. Divê desteya artêşê hebe ku wezîrê wê hebe.

Divê wezareta kar û barên jinan hebe.

Tevahî cureyên nijadperestiya li dijî jinan divê qedexe bin. Divê qanûn û yasayên nijadperestiya li dijî jinan erê dikin, bên betalkirin.

Divê şîdeta li ser jinan û tundiya malbatî bê qedexekirin.

Divê tevahî cureyên bazirganiya jinan bên qedexekirin.

Têkildarî mîrasê, zewacê û berdanê divê mafên jinan wek ên ferdên din ên malbatê bin.

Di derxistina qanûnên têkildarî mafên jinan de, vîna jinan a bingehîn e.

Dewlet, tezmînata dayîkbûnê û zarokatiyê dabîn dike.

Berjewendiya zarokan a herî bilind e, divê dewlet dayîkbûnê wek erkeke civakî nas bike û xwedîkirina zarokan, berpirasyariya dayîk û bav e.

Divê xebitandina zarokan û leşkerkirina wan bê qedexekirin.

Dewlet ji bo jin û zarokan ewlekariya tenduristî û civakî dabîn dike.

Divê rêz ji nêrîna zarokan re bê girtin û ew dikare bi azadî xwe derbirîne.

Divê rola rêxistinên civaka sivîl bê xurtkirin, piştgiriya wan bê kirin û werin bipêşxistin.

Mafên astengdaran di jiyaneke birûmet de heye, divê tevahî derfet ji wan re bê peydakirin ji bo ku di aliyê zihnî û bedenî de tev li jiyanê bibin.

Temenmezin, bîra civakî, xwediyên zanistê ne û tecrubeya wan di jiyanê de heye. Mafên wan heye ku ewlekariya civakî û tenduristî ji wan re bê dabînkirin û tev li qadên jiyanê bibin.

Mafên her kesî heye ku di jîngeheke paqij û tendurist de bêjî û ji bo parastina jîngehê, qanûn werin sazkirin.

Divê tevlêbûna jinan di sepandina aştiyê û jinûve avakirinê de bê dabînkirin.

(fr)

ANHA