Li Mûşê serketina DEM Partî hat pîrozkirin

DEM Partiyê cara destpêkê navenda Mûşê bi dest xist. Partiyiyên daketin kolanan dest bi pîrozbahiyan kirin.

Li Mûşê serketina DEM Partî hat pîrozkirin
31 adar 2024   22:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda Mûşê nêzî serkeftinê bû. Gelemperiya sindoqan hatine vekirin û DEM Partî li pêş e. Di heman demê de li 3 navçe û 2 bajarokên mezin jî DEM Partiyê mohra xwe li serkeftineke mezin da. 

Li bajar karûbarê hejmartina dengan hêj didome. Lê partiyiyan ji niha ve dest bi pîrozbahiyê kirin. Piştî encamên hatin parvekirin, partiyiyên li pêşiya avahiya partiyê hatin gel hev, li ber dahol û zirneyan govend gerandin û meşale vêxistin. DEM Partiyiyan bi konvoya wesayîtan li kolan û cadeyan li qorneyan xistin û fîşekên hewayî teqandin.

Pîrozbahî didomin û rêveberên DEM Partiyê bang dikin ku heta encamên teqez ên hilbijartinê diyar dibin dev ji sindoqan bernedin.

KOP

Li navçeya Kopê ku şaredariya wê ev du serdemin di destê qeyûm de ye, DEM Partî bi ser ket. Partiyiyan serkeftina xwe bi vêxistina meşaleyan pîroz kir. Welatiyên daketin kolanan serkeftinê pîroz dikin.

MILAZGIR

Di hilbijartinên 2019’an de tevî hemû îtîrazan jî YSK’ê guh nedabû û şaredarî radestî AKP’ê kiribû. Di vê hilbijartinê de DEM Partî bi ser ket. Tevî ku encamên teqez hêj nehatine eşkerekirin jî coşeke mezin li navçeyê heye. Rêveberên partiyê bang kirin ku sindoq neyên terikandin.

GIMGIM

DEM Partî li Gimgimê bi ferqekî mezin bi ser ket. Xelkê Gimgimê ku di her hilbijartinê de bi ferqekî mezin bi ser dikeve, di vê hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest xist.