Îsraîlê êriş nuqteyeke li Şamê kir

SOHRˊê diyar kir ku Îsraîlê bi moşekan nuqteyeke navbera herêmên El Hame û Cemraya yên Şamê de hedef girt.

Îsraîlê êriş nuqteyeke li Şamê kir
31 adar, 2024   22:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Wetenî El Sûrî ya bi ser hikumeta Şamê ve li ser rûpela xwe ya facebookê anî ziman ku li asîmanê Şamê û derdora wê dengê teqînan hat bihîstin û der barê wê lokîln tê kirin.

Radyoya Şam FM diyar kir ku li derdora herêma Dîmas dengê teqînan hat bihîstin û diyar e Îsraîlê gelek nuqteyên li derdora herêmê hedef girtine. Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî anî ziman ku Îsraîlê bi moşekan nuqteyeke navbera herêmên El Hame û Cemraya yên Şamê de kir armanc.

SOHRˊê destnîşan kir ku pergala parastina asîmanê ya hêzên Şamê armancên li asîmanê herêmê hedef girtin.

(fr)