Li Lubnanê Şoreşa 19`ê Tîrmehê hat silavkirin

Bi boneya salvegera 14`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê Kurdên li Lubnanê têkoşîna gelên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo azadî û demokrasiyê silav kirin.

Li Lubnanê Şoreşa 19`ê Tîrmehê hat silavkirin
19 tîrmeh, 2026   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdên li Lubnanê bi boneya salvegera 14`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li bajarê Beyrûtê çalakiyek li dar xist, di çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê xaleke dîrokî di rêwîtiya gelê Kurd û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ava kir, nimûneya demokratîkbûnê ya li ser esasê Rêveberiya Xweser, pirrengî, wekhevî û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de damezrand.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku berpirsyartiya parastina istiqrara li herêmê rake, hemû cureyên tundiya li dijî sivîlan rawestîne û piştgiriyê bide înîsiyatîfên ji bo pêşxistina aştî, diyalog û hevjiyana di nava gelan de.

(sb)