Li Lubnanê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

Jinên Kurd ên li Lubnanê 8'ê Adarê pîroz kir û got: "Têkoşîna jinan têkoşîna gelan a ji bo azadî û demokrasiyê ye."

Li Lubnanê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Lubnanê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Lubnanê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Lubnanê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Lubnanê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Lubnanê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Lubnanê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Lubnanê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Lubnanê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Lubnanê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Lubnanê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
9 adar, 2025   22:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star û Weqfa Çandî û Civakî ya Newroz a li Lubnanê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê (8'ê Adarê) şahiyek li Lubnanê li dar xist. Di şahiyê de bi sedan Kurdên li Lubnanê û nûnerên komeleyên jinan ên Lubnanê beşdar bûn.

Di serî de cîgira seroka Komeleya Jîn a Jinan Dîlan Hesen bixêrhatina beşdaran kir.

Nûnera Kongra Star a Lubnanê Leyla Efrîn li ser girîngiya vê rojê di dîroka têkoşîna jinan de axivî û bal kişand ser fikrên rizgariya jinan ên Rêber Abdullah Ocalan û rola wan di rûniştandina nirxên edaleta civakî û wekheviyê de û got: "Têkoşîna jinan têkoşîna tevahî gelan a ji bo azadî û demokrasiyê ye."

Endama Têkiliyan a Weqfa Newroz Nesrîn Biro li ser azadiya jinan ku bingeha azadiya civakan e, axivî û şehîd Sakîne Cansiz, Leyla, Fîdan û Hevrîn Xelef bi bîr anîn.

Li şûna nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebdulselam Ehmed, Dîlan Hesen peyamek li ser girîngiya rola jinan di projeya Rêveberiya Xweser de xwend.

Di şahiyê de peyama dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan hat xwendin.

Bi navê jinên Suryan jî seroka Meclisa Jinan a Suryan Arlet Xorî û nûnera seroka Meclisa Jinan Meqbûle Qeys li ser girîngiya piştgiriya ji bo têkoşîna jinan peyam xwendin.

Nûnera rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Selma li ser girîngiya beşdarkirina jinan di qada siyasî û civakî de axivî.

Nûnera Ciwanên Lubnanê jî Sîlva li ser girîngiya rola ciwnan di domandina têkoşînê de axivî.

Di dawiya şahiyê de berhemên hunerî ji hêla komên govend, stran û şanoyê ve hatin pêşkêşkirin û şahî bi stranên hunermend Fatme Ebdo ya ku ji Rojavayê Kurdistanê çûye Lubnanê bi dawî bû.

(mh/fr)