Dijî Tawanan 24 hezar dolarên hatine dizîn vegerandin û diz girt

Piştî welatiyekî ji bajarê Tebqayê di bin gefa çekê de dizî jê hat kirin, Hêzên Dijî Tawanan diz girt û 24 hezar dolarên hatine dizîn vegerandin.

Dijî Tawanan 24 hezar dolarên hatine dizîn vegerandin û diz girt
9 adar, 2025   22:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku roja çarşemê (5’ê Adarê) welatiyekî gilî kir ku di bin gefa çekê de rastî diziyê hatiye.

وأضاف 

Li gorî navendê, tîmên lêkolînê yekser dest bi şopandinê kir, nasnameya sucdar diyar kir û di kêmtirî saetekê de bi ser mala wî de girt. Di encamê de diz hat girtin û pereyên hatine dizîn bi dest xistin. Tîman ew pere teslîmî Dozgeriya Giştî kir ku piştre ew jî radestî xwediyê wê bike.

Navendê diyar kir ku Nivîsgeha Lêpirsînan diyar kir ku sûcdar hat girtin û ji dadgehê re hat şandin ku tedbîrên qanûnê yên guncaw der barî wî de bigirin.

(fr)

ANHA