Li Kobanê şehîdên Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li Kobanê şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bîr anîn.

Li Kobanê şehîdên Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn
Li Kobanê şehîdên Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn
Li Kobanê şehîdên Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn
Li Kobanê şehîdên Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn
Li Kobanê şehîdên Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn
Li Kobanê şehîdên Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn
Li Kobanê şehîdên Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn
Li Kobanê şehîdên Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn
28 adar, 2025   15:37
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên kantona Firatê şehîdên Hefteya Lehengiyê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê, bi bîr anîn.

Hefteya Lehengiyê ji 21’ê Adarê, dema ku şehîd Mazlûm Dogan di girtîgehê de agir berdaye bedena xwe dest pê dike û heta 28’ê Adarê dema ku şehîd Egîd guleya yekemîn li dijî dijmin teqand û têkoşîna çekdarî li dijî dewleta Tirk a dagirker dest pê kir, didome.

Bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir, pişte rêvebera Partiya Yekitiya Demokratîk Mehabad Dêrik diyar kir ku di sala 1986`an de li çiyayên Gabarê fermandar Egîd di şerê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû û ev tişt anî ziman: "Di şexsê şehîd Egîd de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hember giyanê wan ditewînin. Wekî tê zanîn di dîroka gelê Kurd de, şehîd Egîd li hember êrişên dagirkeriyê berxwedan û têkoşîneke bêhempa da meşandin.”

Mehabad Dêrik di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Dagirkeriya dewlata Tirk ji bo ku Tevgera Azadiyê tune bike her tim gelê me di nava qirkirin û tunekirinê re derbas dikir. Lê bi saya berxwedan û têkoşîna şehîdên me yên Hefteya Lehengiyê mafên hemû gelan hate parastin û wan lehengan bi berxwedana xwe destan di dîrokê de nivîsandin.”

Pişte mûm hatin vêxistin û sînevîzyon ji bo bîranîna şehîdên Hefteya Lehengiyê hate pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin","Berxwedan jiyan e","Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

(sş)

ANHA