Li Kobanê li dijî komkujiyên li peravên Sûriyeyê meşiyan

Şêniyên kantona Firatê ji bo şermezarkirina komkujiyên li dijî elewiyên li peravên Sûriyeyê meşiyan.

Li Kobanê li dijî komkujiyên li peravên Sûriyeyê meşiyan
Li Kobanê li dijî komkujiyên li peravên Sûriyeyê meşiyan
Li Kobanê li dijî komkujiyên li peravên Sûriyeyê meşiyan
Li Kobanê li dijî komkujiyên li peravên Sûriyeyê meşiyan
Li Kobanê li dijî komkujiyên li peravên Sûriyeyê meşiyan
Li Kobanê li dijî komkujiyên li peravên Sûriyeyê meşiyan
11 adar, 2025   13:48
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Firatê, endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û xwedekaran ji bo şermezarkirina komkujiyên li dijî sivîlan ên li herêmên perava Sûriyeyê, li Kobanê meşek li dar xist.

Meşê ji Qada Jina Azad a dest pê kir û û heta Qada Aştiyê dewam kir. Li wir berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî komkujiyên li peravên Sûriyeyê yên li dijî sivîlan şermezar kirin û diyar kir divê hesabê komkujiyan were pirsîn.

Eyşe Efendî destnîşan kir ku divê êdî komkujiyên li dijî gelan, bi taybetî gelê elewî werin rawestin û wiha pê de çû: “Divê êdî aştî û aramî li seranserî herêma Sûriyeyê pêk were. Me di destpêka şoreşê de qala aşitî û aramiyê dikir û divê hemû pêkhateyên li Sûriyeyê destê xwe bixin destê hev da ku armancên şoreşê yên aştî û aramiyê pêk werin.”

Eyşe Efendî di dawiya axaftina xwe de got: “Divê Sûriye bibe Sûriyeya aştî û aramiyê. Divê cihê hemû pêkhateyan li Sûriyeyê hebe."

Meş bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.

(sş/bb)

ANHA