Çalakvana jin ji ber tevlê pîrozbahiya 8’ê Adarê bû hate binçavkirin

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku çalavkanek Kurd ya xelkê Sineyê, ji ber ku tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê bibû, hatiye binçavkirin.

Çalakvana jin ji ber tevlê pîrozbahiya 8’ê Adarê bû hate binçavkirin
11 adar, 2025   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku duh çalakvana Kurd ya bi navê Soma Mihemed Rezayî ya xelkê Sineyê, ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hate binçavkirin û birin girtîgeha Sineyê.

Li gorî heman çavkaniyê hêzên îstîxbaratê bi ser dukana Soma de girtine û wê wisan binçavkirine.

Li gorî Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ji ber ku Soma tevlî merasîma 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên cîhanê ya li bajarê Sineyê bibû, hatiye binçavkirin.