Li Kobanê ji malbatên şehîdan re civînek hate lidarxistin
Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji malbatên şehîdan ên Kobanê re ji bo nîqaşên rewşn wan di vê demê de civînek li dar xist.
Civîna malbatên şehîdan li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê bi beşdariya malbatên şehîdan û zarokên wan hate lidarxistin.
Di civînê de endama rêvebera Nivîsgeha Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Îbrahîm axivî û behsa rola şehîdan di parastina xaka Kurdistan û Sûriyeyê de li hember parçebûn û planên Tirkiyeyê, hevalbendên wê û dewletên herêmê kir."
Cewahir wiha domand: "Şehîdan fedakariya ji bo welat da pêşiya her tiştî; derketina derve yan jî hiştina ji biyaniyan re. Ew di rizgarkirian vî welatî û gihandina vê astê de xwedî têkoşîneke mezin in, ruxmî ku cîhanê êrişên li dijî gelê herêmê paşguh dikir. Lê şehîd xwedî gotineke din bûn ew jî fedakariya di oxira welat de."
Li aliyekî din jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan Derya Mihemed bi zimanê Kurdî rêziknameya meclisê xwend.
Dûre beşdaran nîqaş kir û gelek jinan nêrînên xwe der barê şopandina rêça şehîdan de da.
(fr)
ANHA