Îsraîl derbasî deverên nû yên gundewarê Quneytirayê bû

Hêzên Îsraîlê derbasî deverên nû yên gundewarê Quneytirayê bûn, hemwextî wê balafirên Îsraîlê heta bi asîmanê Derayê digerîn.

Îsraîl derbasî deverên nû yên gundewarê Quneytirayê bû
20 nîsan, 2025   23:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê di deriyê gundê El Eşe yê gundewarê Quneytirayê re bi tank û wesayîtên leşkerî derbasî xaka Sûriyeyê bûn. Hemwextî wê balafirên şer ên Îsraîlê li qada hewayî ya Quneytira û gundewarê Derayê digeriyan.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku duh hêzên Îsraîlê derbasî gundê Um El Îzam ê gundewarê Quneytirayê bûn û li nêzî gund rêbendeke kontrolê danîn û nasnameyên welatiyan kontrol dikirin û gelek motorsiklêtên welatiyan kontrol kirin, lê beriya ku vekişin ji nû ve li welatiyan vegerandin.

Girêdayî wê, serokê artêşa Îsraîlê ragihandibû ku ew ji ber têkçûna rewşa hundirîn a Sûriyeyê derbasî xalên stratejîk ên Sûriyeyê bûne û ji bo ku xwe biparêzin nuqteyên stratejîk kontrol kirin.

(mh/fr)