Sersaxî ji malbata şehîd Cahid Til Birak re hate xwestin

Ji bo şervanê QSD’ê Cahid Til Birak (Meyar Xalid Salih) sersaxî hat xwestin û merasîm hat lidarxistin.

Sersaxî ji malbata şehîd Cahid Til Birak re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Cahid Til Birak re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Cahid Til Birak re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Cahid Til Birak re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Cahid Til Birak re hate xwestin
7 îlon, 2024   15:22
 HESEKÊ

Ji bo şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê Cahid Til Birak (Meyar Xalid Salih) ku 3’yê Îlonê li Hesekê şehîd bûbû, merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.

Endamên saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyên bajarê Til Birakê û gundên wê herikîn bin konê sersaxiyê ku li bajarokê Simêhan Xerbî hatiye vedan.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Bajarokê Simêhan Xerbî Salih El Amir di kesayeta şehîd Meyar de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Em bejna xwe li hember mezinahiya şehîdên ku bi xwîna xwe dara rûmet û kerametê av daye û dar bi berhem kiriye, ditewînin. Şehîdan bedena xwe ji bo me kirin pira ber bi azadiyê ve."

Salih El Amir heta pêkanîna azadiya gelan û rizgarkirina herêmên dagirkirî soza şopandina xeta şehîdan da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Ruba Mitêran jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza parastina destekftiyên şoreşê da.

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Meyar hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA