Li Îranê 237 kes hatine darvekirin

Rêxistina Mafên Mirov a Îranê ragihand di nava pênc mehên borî de li Îranê 237 kes hatine bidarvekirin. Di meha Gulanê de 64 kes hatine darvekirin û di nava wan de 6 Beluçî, 4 Kurd, 3 Efxanî û 4 jin hene.

Li Îranê 237 kes hatine darvekirin
11 hezîran, 2024   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirov a Îranê amarên 5 mehên borî yên darvekirinên li Îranê belav kir.

Ligor amarên rêxistinê, di nava pênc mehên borî de rejîma Îranê 237 kes bidarve kiriye. Tenê di meha Gulanê de 64 kes hatine darvekirin.

Hat gotin ku di nava 64 kesên di meha Gulanê de hatine darvekirin, 6 welatiyên Beluçî, 4 Kurd, 3 Efxanî û 4 jin hene.