Li Humsê dadgerek hat revandin

Li bajarê Humsê dadgerekî sivîl ji aliyê komeke çekdar ve hat revandin û aqûbeta wî nayê zanîn.

Li Humsê dadgerek hat revandin
15 mijdar, 2025   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajar û gundewarên Humsê tevlihevî her du diçe zêdetir dibe.

Hate zanîn ku komeke çekdaran dadgerê bi navê Elî Îzedîn revandiye. Dadger li şitilgeha xwe ya li taxa Wadî El Zeheb a bajarê Humsê hate revandin û heya niha aqûbeta wî nayê zanîn.

Agahiyên têkildarî kesên ew revandiye û sedema revandina wî jî nehatin zanîn.

(bb)