Jinek kuştî di mala xwe de hat dîtin

Li bajarê Reqayê cenazeyê jinekê di mala wê de hat dîtin. Hêzên Ewlekariya Hundir têkildarî bûyerê lêkolîn daye destpêkirin.

Jinek kuştî di mala xwe de hat dîtin
15 mijdar, 2025   13:13
REQA

Duh êvarê li taxa Hîşam Bîn Ebdulmelek a bajarê Reqayê jinek kuştî di mala wê de hat dîtin.

Cîranên wê piştî ku bêhnek ji male seh kir, yekser agahî da Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Li gorî agahiyên destpêkê, jina kuştî bi navê Fatima Hisên Leşîb e, 65 salî ye. Li gorî çavkaniyan, Fatima hatiye xeniqandin û bi kêran lê hatiye xistin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

(bb)

ANHA