Li Humsê ciwanek hat revandin

Li bajarê Humsê ciwanê bi navê Ehmed El Ebdullah ji pêşiya dîkana wî hat revandin.

Li Humsê ciwanek hat revandin
16 mijdar, 2025   10:17
HUMS

Ciwanê bi navê Ehmed El Ebdullah li nêzî saziya ceyranê ya li qada Zehra ya Humsê ji aliyê komeke çekdar ve hat revandin.

Ehmed El Ebdullah  firoşkarekî alavên elektrîkê ye dema dikana xwe digirt, komeke çekdar ji erebeyek reş peya bû û wî revand.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku erebeya çekdaran, demek berê jî li derdora saziya ceyranê û hin taxên nêzî wê hatibû dîtin.

(bb)

ANHA