2 roj e agahî ji şêniyekî Siwêdayê nayê girtin

Şêniyê bi navê Nasir Zêdan Ebû Îsamîl ê ji Siwêdayê 2 roj winda ye û agahî jê nayê girtin.

2 roj e agahî ji şêniyekî Siwêdayê nayê girtin
16 mijdar, 2025   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyê bi navê Nasir Zêdan Ebû Îsamîl (54) ê ji Siwêdayê 2 roj e winda ye û çarenûsa wê nayê zanîn.  

Nasir Zêdan Ebû Îsamîl ku xwedî dikaneke firotina sebzeyan li gundê Mesad ê Siwêdayê roja pênçemê (14 Mijdar 2025) dema ji dikanê derdikeve agahî jê qut dibin.

Li gorî agahiyên ku birayê wî dane, Nasir nêzî saet 15.00’an karê xwe qedand, piştre bi hevjîna xwe re axivî û got, dê biçe bajarokê Risas ê başûrê Siwêdayê da ku karê xwe temam bike, hîna axaftina xwe bi dawî nekiribû, ji nişkava telefona wî hat girtin û ji xizmetê derket.

Malbatê diyar kir ku dijminên Nasir tune ne û nakokiyên wî bi kesekî re tune ne. Her wiha da zanîn ku Nasir "bavê 3 zarokan e. Debara xwe bi karê rojane dike. ji saetên serê sibeha diçe kar û êvarî vedigere mala we ku li nêzê çerxerêya El Umran a rojavayê bajar e."

Birayê Nasir rewşa windabûna wî bi "Nayê şîrovekirin" wesifand û got, ew bi meşê tev digere û tu erebeyên wî tune ne.

(bb)