Li holeke lîstokan a Humsê êriş; kesek hat kuştin

Di êrişa çekdarî ya li dijî holeke lîstokan a bajarokê Tilkelexê yê gundewarê Humsê de kesek hat kuştin û 8 kes jî birîdnar bûn.

Li holeke lîstokan a Humsê êriş; kesek hat kuştin
4 sibat, 2026   23:10
HUMS

Nûçegihana me ji bajarê Humsê daxuyand ku di êrişa çekdarî ya li dijî holeke lîstokan a li ser rêya Eyn El Xedra yê bajarê Tilkelexê yê Humsê de herî kêm kesek hat kuştin û zêdetirî 8 kesan birîndar bûn.

Li gorî agahiyan birîdnar ji malbatên Îsmaîl û Hewaş Tirsîsî ne.

Nûçegihan anî ziman ku çekdarên êriş kirine li ser motorsiklêtê bûn, bi awayekî bêserûber gule li holê barandin.

Nûçegihan destnîşan kir ku piştî kesê bi navê Seyf El Dendeşî provakasyon kir û piştgiriya çekdaran kir, êriş pêk hat.

Li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî rewşa ewlehî û tevliheviya ewlehî dewam dike.

(fr)

ANHA