Wezîrê Derve yê Fransayê sibe serdana Sûriyê, Iraq û Lubnanê bike

Wezîrê Derve yê Fransayê, di çarçoveya hewldanên Fransayê ya pêşxistina rola wê ya dosyayên ewlehiya herêmê, têkoşîna dijî terorê û bêçekirina Hizbullahê de, sibe dest bi gera xwe ya li Rojhilata Navîn di nav de Sûriye, Iraq û Lubnanê bike.

Wezîrê Derve yê Fransayê sibe serdana Sûriyê, Iraq û Lubnanê bike
4 sibat, 2026   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFPˊê, wezîrê Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot sibe (pêncşemê) dest bi gera xwe ya li Rojhilata Navîn di nav de Sûriye, Iraq û lubnanê bike. Ev serdan di çarçoveya hewldanên Fransayê ya pêşxistina rola wê ya dosyayên ewlehiya herêmê, têkoşîna dijî terorê û bêçekirina Hizbullahê de pêk tê.

Li gorî ajansê, berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê Pascal Confavreau ragihand ku gera Barrot wê destpêkê li Sûriyê, dûre Iraq û Lubnanê be.

Wê Barrot li Şamê bi hempîşeyê xwe Esed El Şîbanî re bicive. Ji Sûriyê derbasî Bexdayê bibe bi serokwezîrê Iraq û hempîşeyên xwe yên Iraqî re nîqaşan bike.

Tê payîn ku wezîrê Fransî serdana bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bike, bi serokê hikumetê re bicive.

Confavreau got ku serdana Barrot bo Iraqê bi taybetî ji bo "xebitîna bi rayedarên federal û rayedarên Kurd re ji bo xurtkirina îstîqrarê û berdewama şerê li dijî DAIŞ'ê be."

Barrot roja înê derbasî Beyrûtê dibe ku plana hikumeta Lubnanê ya bêçekirina Hizbullahê bişopîne.

Wezîrê Fransa wê li ser amadekariyên konferansa piştgiriya artêşa Lubnanê û hêzên ewlehiya navxweyî yên Lubnanê, ku biryar e di destpêka Adarê de li Parîsê were lidarxistin, biaxive.

(ac/fr)

ANHA