Li Hesekê xwediyên jeneratoran derketin xwepêşandanê

Li bajarê Hesekê xwediyên jeneratoran rabûn xwepêşandanê û daxwaza mazotê kir.

Li Hesekê xwediyên jeneratoran derketin xwepêşandanê
23 tîrmeh, 2026   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Hesekê bi dehan xwediyên jeneratoran îro derketin xwepêşandanê. Xwepêşandan li pêşiya Meclisa Bajarê Hesekê pêk hat. Di xwepêşandanê de gotin vê mehê para wan a mazotê nedane wan û xwestin mîna hemû bajarên dîtir mazot li xwediyên jeneratoran were belavkirin.

Xwediyên jeneratoran ji aliyên têkildar xwest pirsgirêka wan bi lez çareser bikin û sîstema belavkirina mazotê were danîn.

Li bajarê Hesekê di vê mehê de gelek caran jenerator sekinandin û elektrîk li ser şêniyan qut kirin.

(np)

ANHA