Li Hesekê 3 şervanên QSDˊê hatin oxirkirin

Xelkê bajarê Hesekê cenazeyên 3 şervanên QSDˊê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a bajêr defin kirin û soza bilindkirina têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan da.

Li Hesekê 3 şervanên QSDˊê hatin oxirkirin
Li Hesekê 3 şervanên QSDˊê hatin oxirkirin
Li Hesekê 3 şervanên QSDˊê hatin oxirkirin
Li Hesekê 3 şervanên QSDˊê hatin oxirkirin
Li Hesekê 3 şervanên QSDˊê hatin oxirkirin
Li Hesekê 3 şervanên QSDˊê hatin oxirkirin
Li Hesekê 3 şervanên QSDˊê hatin oxirkirin
Li Hesekê 3 şervanên QSDˊê hatin oxirkirin
Li Hesekê 3 şervanên QSDˊê hatin oxirkirin
28 îlon, 2025   14:59
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan bi tevlêbûna endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajarê hesekê 3 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê oxir kir.

Navên şehîdan wiha ne: Çavşîn Hesekê (Nayif Mihemed Dîb El Nayif) di 23ˊê Îlona êrişa komên çekdên ên hikumeta veguhêz li Dêr Hafirê de, Reşo (Husam Elî El Ebdullah) di êrişa 25ˊê Îlonê ya şaneyên DAIŞˊê ya dijî Dêrazorê de, Ehmed Efrîn (Ehmed Mehmûd Meimê) di êrişa 26ˊê Îlonê ya şaneyên DAIŞˊê li Dêrazorê de, şehîd bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Erîs axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û tevahî şehîdên azadiyê yên di oxira pêkanîan ewlehî û aştiyê de canê xwe daye bi bîr tînin."

Piştre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hisên Selmo sersxî da malbatên şehîdan û got: "Me berê sozek dabû ku em heta dawiyê parastina welatê xwe bikin û em îro vê sozê nû dikin ku em pabendî parastina ewlehî û selamtiyê li vê xakê ne û em biryardarî rêça şehîdan dişopînin."

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(fr)

ANHA