Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedîbîrên zêde yên ewlehiyê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Tebqayê ji bo ewlekariya welatiyan û parastina aramiya herêmê tedbîrên guncaw digirin ku rê li pêş hewldanên têkbirina aramiyê û derxistina aloziyê ji hêla şaneyan ve bigirin.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedîbîrên zêde yên ewlehiyê
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedîbîrên zêde yên ewlehiyê
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedîbîrên zêde yên ewlehiyê
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedîbîrên zêde yên ewlehiyê
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedîbîrên zêde yên ewlehiyê
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedîbîrên zêde yên ewlehiyê
12 kanûn, 2024   00:18
TEBQA

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê di 8ˋê Kanûnê de qederxeya derketina derve li tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saet ji 8ˋê êvarê heta 8ˋê sibehê ragihandibû. Dewreyên ewlehiyê li tevahî bajar, bajarok û gundewarên kantonên Herêmê belav bûne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de aşkera kiribû ku ji ber rewşa awarte ya ewlehî ku Sûriyeyê tê re derbas dibe û ji bo parastina ewlekariya hundirîn qedexeya derketina derve li tevahî kantonên herêmê radigihînin.

Li kantona Tebqayê nûçegihana ajansa me dîmenên tedbîrên ewlehiyê yên di vê çarçoveyê de hatine girtin girtin. Ji wan dîmenan bendên kontrolê yên gerok û sabit hatine danîn û zêde bûne, her wiha hêzên ewlehiyê li têketin û derketinên bajêr, bajarok û gundewarê kantonê belav bûne û gera dewriyeyan zêde bûne.

(fr)