Li Helebê têkildarî azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê

Kongra Star a Helebê ji bo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullan Ocalan û danasîna projeya neteweya demokratîk çalakiya konvedanê li dar xist.

26 gulan, 2024   20:58
HELEB

Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de, Kongra Star a Helebê çalakiya konvedanê li kafeterya Telêt Şems Heleb a taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dat xist. Çalakî bi armanca banga pêkanîn azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat lidarxistin û dê rojan dewam bike.

Komîteya amadekar diyar kir ku di çalakiyê de komên beşdar dê li ser nêrîn, mijarên û têgehên taybet bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de, nîqaş bikin.

ARMANCÊN ÇALAKIYÊ

Endamên Koordînasyona Kongra Star Fehîme Hemo û Nêrgiz Bekir diyar kir ku armanc ji çalakiyê balkişandina ser rewşa dawîn a Îmraliyê nexasim tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan e.

Her wiha, di çalakiyê de dê hûrgiliyên projeya neteweya demokratîk a ku wek çareseriya herî guncaw a pêşxistina civakan li dijî şerê taybet e, werin şîrovekirin.

RASTIYA RÊBERTÎ Û PÊŞENGTIYÊ

Piştre mijara yekemîn ji aliyê endama Akademiya Şehîd Hêzil, Şîlan Xelîl ve ku li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê û têgiha rastiya rêbertiyê bû, hat xwendin.

Komên beşdar ên roja yekemîn, endamên Akademiya Şehîd Hêzil, Akademiya Civaka Demokratîk, Yekitiya Parêzeran, Navenda Lêkolînan a Jineolojî, Kongra Star, Mala Jinan û hin saziyên din bûn.

Piştr beşdaran li ser mijarê nîqaş kir. Nûçegihana ajansa ANHA'yê Nesrîn Şêxo diyar kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan roleke mezin di guhertina têgiha ragihandina kapîtalîst de, ku jin weke amûra reklamê û ji cewhera xwe vala dihat bikaranîn, lîst

Parêzer Elaedîn Xalid li ser cezayên nerewa yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan dibire axivî û teqezî bi bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

JIN Û CIVAK

Mijara duyemîn ji aliyê rêvebera Meclisa Şehîd Rûken Zerdetş, Rojda Menan ve hat xwendin. Ew jî li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî rêxistinkirina jinan û civakê bû.

Piştre, beşdaran li ser vê mijarê jî nîqaş kir. Endama Mala Jinan Mewlîde Sîdo ji bo parastina jinan ji gelek diyardeyên wek zewicandina zarokan, teqezî bi girîngiya pêkanîna qanûnên girêdayî jinan ên di projeya neteweya demokratîk de, da.

Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojî Ferîde Mûsa diyar kir ku zanista jineolojî ya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye ku li ser bingeha mîrasa dîrokî ya jinan û sûdwergirtina ji qonaxên şikandinê, ji jinan re şoreşa bêsînor ava kir û jinan xwe di tevahî aliyan de îsbat kir.

Di dawiya çalakiya roja yekemîn de sînevîzyonek li ser zanista jineolojî û bingehên ku ew xwe dispêre wan, hat pêşandan.

Çaverê ye di roja duyemîn de mijarên xweparastinê û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser neteweya demokratîk, bên nîqaşkirin.

(mh)

ANHA