Li Helebê "Danezana destûrî" hat nîqaşkirin

MSD û Partiya Neteweyî ya Sosyalîst a Sûrî (Baskê Serhildanê) li Helebê der barê "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê de atolyeyek li dar xist.

26 adar, 2025   21:18
HELEB

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Neteweyî ya Sosyalîst a Sûrî (Baskê Serhildanê) atolyeyek li kafîteryaya Lêlûn a taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê organîze kir. Di atolyeyê de siyasetmedar û akademîsyenên Sûriyeyê "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê nîqaş kir.

‛SÛRIYEYA NÛ TÊ WATEYA DEWLETEKE HEMWELATÎBÛNÊ’

Di serî de rêvebera Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Fatme El Hesîno li ser qonaxa nû ya avakirina Sûriyeyê li gorî nirxên hemwelatîbûnê axivî.

Piştre endamê Partiya Neteweyî ya Sosyalîst a Sûrî Fadî Îsmaîl li ser naveroka atolyeyê ya "Danezana destûrî" axivî û diyar kir ku diviyabû komîteya amadekar ji aliyê gel ve hatiba hilbijartin û tê de mijarên girîng û sereke bihatana diyarkirin û yên mezin jî piştre di destûra domdar de bihata nîqaşkirin.

GELÊ KU ÇAVKANIYA WELAT E DI "DANEZANA DESTÛRÎ" DE TUNE BÛ

Akademîsyem û çalakvanê civakî Kînan Seman diyar kir ku makanîzme bi awayekî lez û bez hat danîn û endamên komîteyê ji yek rengî bûn û vê nîşan da ku qonaxa veguhesatinê heta zêdetirî 5 salan e û ev jî tiştekî ne lihevkirî ye.

Seman destnîşan kir ku pêwist bû ku "di navbera desthilatan de ji dêvla cudabûna di navbera wan de" hevsengî" hebûya, ji ber cudabûn hesta ferdperestiyê nîşan dide.

Seman gotina "gel çavkaniya desthilatan e" ku di destûra Sûriyeyê ya 1950'yan de hatibû bikaranîn û di "Danezana destûrî" de nehatibû bibîrxistin, rexne kir.

TEVLÊBÛNA HEMÛ ALIYAN DI DESTÛRA SÛRIYEYÊ EGEREK E

Çalakvana civakî Sîlvart Selûm got ku eger rêveberiya heyî fikreya tevlêbûna hemûyan di avakirina siberojê de qebûl nekir, divê aliyê hatiye paşguhkirin berê xwe nede cudaxwaziyê, ji wê zêdetir tevlêbûna hemûyan egerek e ku mijare negihîje mîna van sînaryoyan.

SERBIXWEBÛNA DADWERIYÊ DÛRXISTINA QANÛNAN JI SEROK

Parêzera serbixwe Meys El Rîm El Heneş got: "Ger şaştî di destpêka wê de neyên rexnekirin dihêle desthilateke nû were avakirin."

Meys banga danîna mekanîzmeya sînordarkirina desthilata dadweriyê kir ku ew serbixwe be û desthilata qanûnê jî ji erkê serokkomar were bidûrxistin.

Meys endamên "Komîteya destûrî" rexne kir û got: "Ji kesên ku di komîteyê de hatine erkdarkirin zêdetir gelek pispor hene. Her wiha tevî ku di danezanê de hatibû ku gotin ku desthilata dadweriyê serbixwe ye, lê heta nia girêdayî ye."

(mh/fr)

ANHA