Ji sedî 90 gelê Sûriyeyê bi du dolaran dijîn

Komîteyeke Lêpirsîna Navneteweyî ya ji bo bi Sûriyeyê diyar kir ku ji sedî 90 ji gelê Sûriyeyê rojane bi 2 dolaran dijîn û êdî taloqkirin an jî bidawîkirian cezayên li ser Sûriyeyê egerek e.

Ji sedî 90 gelê Sûriyeyê bi du dolaran dijîn
26 adar, 2025   21:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya ji bo Sûriyeyê diyar kir ku ji sedî 90 gelê Sûriyeyê rojane bi kêmtirî 2 dolaran dijîn.

Komîteyê piştî serdana xwe ya ji bo Sûriyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku cezayên li ser rejîma Beşar Esed  hewldanên Sûriyeyiyan ên jinûve avakirina welatê xwe asteng dikin.

Komîser Hanî Meclî ku bi xwe endamê komîteyê ye jî destnîşan kir ku êdî pêwist e cezayeên li ser Sûriyeyê werin rakirin, ji ber ku, di demekê de welat li ber siberojeke ronîdar e, bi milyonan Sûriyeyî niha bêyî karmendî û bêyî mûçe dijîn.

Girêdayî wê, rêxistina mafên mirovan a Humen Rights Watch (HRW) bang li Yekitiya Ewropayê kir ku roleke girîng di rakirina cezayên li ser Sûriyeyê de bilîze û hişyarî da ku ev ceza zehmetiyên welatiyan zêdetir dikin.

(mh/fr)