Li Helebê bendên kontrolê yên gerok dibin sedema fikaran

Komên çekdar ên nenas ên rûgirtî di rojên dawîn de li Helebê bendên kontrolê yên gerok datînin û welatiyan disekinînin, li dijî sivîlan gotinên nexweş, binpêkirinên fîzîkî û qanûnî pêk tînin.

Li Helebê bendên kontrolê yên gerok dibin sedema fikaran
17 tîrmeh, 2025   16:13
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Di van demên dawîn de li ser bendên kontrolê yên gerok ên li Helebê, welatî tên sekinandin. Çekdarên rûgirtî ku nayê zanîn girêdayî kê ne, bi erebeyên reş li kolanên sereke û şaxî bendên kontrolê datînin, welatiyan disekinînin, gotinên nexweş ji wan re dikin û binpêkirinên fîzîkî li dijî wan pêk tînin.

Di 2 hefteyên borî de, gelek zêdegaviyên van koman kirine, hatine belgekirin. Herî dawî duh li nêzî rêya ber bi Gerînendetiya Çandiniyê ve gelek welatî bi rêbazeke şantajkirinê hatin sekinandin.

2 ciwanên ku li ser wan bendan hatine sekinandin, ji ajansa me re aşkera kir ku kesên li ser bendan pirsên “tu ji kîjan mezhebê yî?” ji wan kirine û telefonên wan kontrol kirin.

Xwendekarê zanîngehê jî anî ziman ku ew li nêzî Nexşwexaneya Nafih El Eswed hatiye sekinandin û gefa qetilkirinê li wî hatiye xwarin û jê re hatiye gotin "Tu Durzî yî, ya xinzîr î!". Piştre jî telefona wî kontrol kirine û berdane.

(fr)