Ji bo 5 şehîdan merasîmek hat lidarxistin

Li Şedadê bi merasîmekê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat definkirin û 4 şehîd jî hatin bibîranîn.

Ji bo 5 şehîdan merasîmek hat lidarxistin
Ji bo 5 şehîdan merasîmek hat lidarxistin
Ji bo 5 şehîdan merasîmek hat lidarxistin
Ji bo 5 şehîdan merasîmek hat lidarxistin
Ji bo 5 şehîdan merasîmek hat lidarxistin
Ji bo 5 şehîdan merasîmek hat lidarxistin
Ji bo 5 şehîdan merasîmek hat lidarxistin
Ji bo 5 şehîdan merasîmek hat lidarxistin
17 tîrmeh, 2025   16:10
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê yê kantona Cizîrê ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulqadir Cihêş El Ehmed ku 14’ê Tîrmehê di êrişa li ser benda Ezawî ya di navbera bajarê Şedadê û bajarokê Deşîşeyê de şehîd bûbû, merasîma oxirkirinê li dar xist. Di merasîmê de endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Etallah Elawî El Îbrahîm, Tariq Hemad El Elî, Mehmûd Zuhdî El Ebdullah û Qusey Ehmed Îsa yên ku di heman êrişê de şehîd bûbûn jî hatin bibîranîn.

Merasîm li Pakrewangeha Şehîdên Şedadê bi tevlêbûna bi sedan şêniyên bajar, endamên saziyên sivîl û leşkerî û malbatên şehîdan pêk hat.

Merasîmê bi rêzgirtinê û torana leşkerî ya şervanên QSD’ê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Mihemed Xelîl şehîd bi bîr anîn û got: "Em bejna xwe li hemberî lehengiya şehîdên xwe ditewînin. Em teqez dikin ku zemanê têkçûnê qediyaye. Bi xwîna şehîdan û bi qêrîna dayikên wan em soz didin ku em tola şehîdên xwe ji xayîn û çeteyan hilînin."

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El Hisên jî di axaftina xwe de got: "Bi dilekî xemgîn em 5 hevalên xwe yên ku di êrişeke nemerdane şehîd bûn ber bi rêwîtiya dawîn ve oxir dikin. Xwîna wan a pêk dê vala neçe, lê belê dê ewlehî û aştiya me ya li ser vê xakê ku Ereb, Kurd û Suryan li dijînin, geş bike."

Piştî axaftinan wesîqeyên her pênc şehîdan hatin xwendin û radestê malbatên wan hatin kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd Ebdulqadir Cihêş El Ehmed bi tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hat definkirin.

(bb)

ANHA