Li Helebê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên dijî pergala êşkence û qirkirinê

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê di rêzeçalakiyên şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê de destnîşan kir  ku ew ê têkoşîn û berxwedanê ji bo têkbirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, bidomînin.

13 cotmeh, 2024   17:16
TIL TEMIR

Til temir

Bi derbasbûna li qonaxa duyemîn a kampanyaya navneteweyî ya "Ji Rêber Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" re, çalakiyên piştgiriya vê kampaynayê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Girêdayî wê, Navenda Çand û Hunerê û Yekitiya Rewşenbîrên bajarê Til Temir ê kantona Cizîrê çalakiyeke hunerî û wêjeyî bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" li dar xist.

Çalakî li hola El Xême ya navenda bajêr bi beşdariya bi dehan hezkiriyên çand û hunerê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û şêniyên bajêr, hat lidarxistin.

Di serî de endama Navenda Çand û Hunerê ya bajêr Nalîn Yûnis bixêrhatina beşdaran kir. Piştre helbestvan Bavê Metîn, Bawer Can, Hozan Korgundî, Nalîn Yûnis û Îbrahîm Ehmed helbestên li ser Rêber Abdullah Ocalan, welat û parastina welat xwendin.

Di dawiyê de hunermend Danîş Botan ê ji bajarê Qamişlo û hunermend Amir Elî yê ji koma Şoreş a Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê, stran gotin.

TIL HEMÎS

Kongra Star a bajarê Til Hemîs paneleke diyalogê li avahiya Mesrefa Çandiniyê li dar xist. Di serî de rêvebera Kongra Star Mawiye El Hedîd diyar kir ku armanc ji komployê têkbirina projeya azadiya gelan bû û got: "Ev komplo nikare îrade û îsrara Rêbertî ya domandina berxwdanê di girtîgeha Îmraliyê de, têk bibe."

Cîgira hevseroketiya Meclisa bajarê Til Hemîs Belqîs El Ebdullah got: "Dewleta Tirk a dagirker bawer kiribû ku ew ê bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan re bikare têkoşîna wî bi dawî bike, lê belê Rêbertî fikrên xwe belav kirin û ew ê ji nifşekî derbasî nifşekî din bibin."

Endama Komîteya Jinan Emşe El Feyhan jî got: "Rêber Abdullah Ocalan dibîne ku parastina rastîn a jinan ew e ku jin ji qeydên civakî û aborî yên ku pergalên baviksalar li ser wan ferz kirine rizgar bibin."

Endama Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Til Hemîs Zehra Himêdî diyar kir ku piştî civakê fikrên Rêber Abdullah Ocalan şopandin, nêrîna wê ya li ser jinan hat guhartin û êdî civakê dev ji kevneperestiyên xerab berda. Bi wê re êdî jin di hemû qadên jiyanê de beşdar bûn."

Di dawiya panelê de beşdaran teqezî bi domandina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

HELEB

Di heman çarçoveyê de Yekitiya Esnafan a girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Helebê, daxuyaniyek li pêşiya navenda tevgerê ya taxa Şêxmeqsûd da. Daxuyanî bi beşdariya bi dehan endamên yekitiyê ji aliyê rêveberê yekitiyê Reşad Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê êdî bûye rêbazeke qirêj a tunekirina gelên azadîxwaz. Ew pergaleke dermirovî û derdemokrasî ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ew ê balê bikişînin ser pergala êşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan. Her wiha bang li hêz, partî û saziyên civaka sivîl ên seranserî cîhanê hat kirin ku li hemberî van sûcan helwesteke zelal û cidî nîşan bidin û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bixebitin.

(mh)

ANHA