Li Helebceyê teqîn: 2 kes mirin

Li Helebceyê dema ku du kesan destkarî li guleyek topê kirin, bi wan de teqiya û her du kesan jiyana xwe ji dest dan. Polîsan diyarkir ku di derbarê teqînê de dest bi lêkolînê kirine.

Li Helebceyê teqîn: 2 kes mirin
31 tebax, 2026   15:17
NAVENEA NÛÇEYAN

Li taxa Mordane ya Helebceyê dema du welatiyan destkarî li guleyek topê dikirin, bi wan de teqiya û her du kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyan ROJNEWS’ê  temenê her du kesan 40 salî bûn, yek ji wan navê wî Serheng Kebîr û yê din jî bi navê Tiryan Newzad Marfe ne.

Polîsên Helebceyê ragihand ku tîmên wan li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirine.