Li gundewarê Minbicê êriş: 2 leşkerên Şamê hatin kuştin

Di êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser gundewarê kantona Minbicê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Li gundewarê Minbicê êriş: 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
8 mijdar, 2024   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên derengî şevê gundên bakurê rojhilatê kantonê topbaran kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin  çete û dagirkeran gundên Cat, Hîsan û Elwatê bi guleyên obîsan û hawnan topbaran kirin. Hate ragihandin ku li gel topbaranê jî balafireke bê mirov a bi çek a artêşa Tirk li gundê Elwatê nuqteya leşkerên hêzên hikumeta Şamê kir hedef.

Li gorî daxuyaniyê, di encama bombebarana 2 leşkerên hêzên Şamê hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn û darên zeytûnan ên li derdora nuqteyê jî şewitîn.

(bb)

ANHA