Li gundewarê Idlibê çeteyek hat kuştin

Hemwextî êrişên balafirên şer ên Rûsyayê li "herêmên bêçek", hêzên hikumeta Şamê gundewarê Idlibê topbaran kir. Di encamê de çeteyekî Tehrîr El Şam hate kuştin.

Li gundewarê Idlibê çeteyek hat kuştin
28 cotmeh, 2023   16:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrişên hêzên hikumeta Şamê li dijî eniya çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê li "herêmên bêçek" de, çeteyekî tehrîr El Şam hate kuştin.

Balafirên şer ên Rûsyayê gelek dever li "herêmên bêçek" bombebaran kirin. Di encamê de windahiyên canî çêbûn.

Balafirên şer ên Rûsyayê ji vê sibê ve 7 caran êriş "herêmên bêçek" kiriye; 2 li eniyên Kbîne yê bakurê Laziqiye, yek li derdora Xezaniye yê rojavayê Cisir El Şixûr li rojavayê Idlibê, 4 jî li baregehên leşkerî yên rojavayê Idilbê û derdora gundê Eyn Şîb ê rojavayê Idlibê.

(şx)