Li gundekî Çilaxayê şewata zeviya cehê hat kontrolkirin

Xelkê gundê Şemam ê başûrê bajarê Çilaxayê şewata li zeviya ceh ku ji ber çirûska kehrebê pêk ketiye kontrol kir.

Li gundekî Çilaxayê şewata zeviya cehê hat kontrolkirin
4 hezîran, 2026   16:20
QAMIŞLO

Îro, li gundê Şemam ê başûrê Çilaxayê ji ber çirûska kehrebeya teransformerê zeviyek ceh şewitî. Lê beriya tîmên agirkujiyê xwe bigihînin cihê şewatê şêniyên gund şewat kontrol kir û vemirand.

Li gorî hejmarek ji şêniyên gund, destwerdana lezgîn hişt ku şewat were vemirandin û belavî rûberên berfireh ên çandiniyê nebe. Şewata çêbûye tenê zerar bi donek ceh kir.

Dema tîmên agirkujiyê gihîştin cihê şewatê, ji vemirandinê piştrast bûn. Têkilî bi tîmên çaksazîkirina kehrebeyê re hat danîn ku pirsgirêkê çareser bikin.

Di çarçoveya tedbîrên pêşîlêgirtinê de, şêniyên gund giyayên li derdora transformerê paqij kirin da ku bûyera çêbûyî dubare nebe û zeviyên çandiniyê werin parastin.

(fr)

ANHA